Romanên biyografîk li ser jiyana kesayetên navdar ên dîrokî têne avakirin. Di hin romanên biyografîk de jîyana serleheng ji zaroktîyê heya mirinê tê vegotin, lewra ew roman dikarin bikevin bin banê bildungromanê. Di bildungsroman de guherîna hişî û civakî ya serlehnegan tê dîtin. Di edebiyata Kurdî da romana Mehmed Uzun a bi serenavê Bîra Qederê û di edebiyata Tirkî da jî romana Oğuz Atay a bi serenavê Bir bilim Adamının Romanı mînakên bildungsromanê ne. Di vê xebatê da li ser rêbaza edebiyata berawirdî û di çarçoveya bildungromanê da romanên Bîra Qederê û Bir Bilim Adamının Romanı hatine berawirdkirin. Di encamê de di her du romanan de tê dîtin ku geşebûna derûnî û civakî ya serleheng di nav pêvajoya jiyana xwe de bi giranî tê şopandin. Mehmed Uzun jiyana Celadet Alî Bedirxan û Oğuz Atay jiyana Mustafa İnan bi şêwazeke bildungsromanê pêşkêş dikin. Lêkolîn destnîşan dike ku wekheviyên navbera romanên Uzun û Atay ne tenê di warê naverokê de xuya dikin, lê di şêweya nivîsandin, bingehên hizrî û pêşkeftina şexsî de jî herdu roman hevrast in.
Kurt et al. (Tue,) studied this question.