Wefayî (1844-1902) yek ji nûnerên girîng yê Edebîyata Kurdî yê sedsala 19em e. Ew di şi‘ra Kurdî ya Klasîk da kesayeteke serincrakêş e ku bi Dîwana xwe ve tête nasîn. Wî jibilî Dîwanê, bi navê Tuhfetu’l-Murîdîn berhemeke dî ya muhim heye ku di vê berhemê da jî meseleyên terîqetê dihêne vegotin. Ew berhem herwisa menaqibnameyek e ku li ser xankah û tekyeya Nehrîyan agahîyên gelek muhim didet. Lê alîyê edebî ve Dîwana wî wekî cewhera zimanê Kurdî hatîye dîtin ku ew dîwana bi du zimanî (Kurdî û Farsî) girêdayê nerîta şi‘ra Klasîk û kanonê, bi zewqeke estetîk hatîye nivîsîn. Di Dîwana Wefayî da ji evîn, irfan, xem û têkilîyên terîqetî heta teswîrên yarê gelek tema û mezmûnên klîşe bi çêş û şêweyeke nû hatine vegotin. Hêjayê amajepêdanê ye ku Wefayî yek jî behremendên wêjeya klasîkî ya Kurdî ya serekî ye ku em jî di vê xebatê da dê li ser mezmûnên sereke yên di dîwana da diborin rawestin. Herwisa em dê li ser wan mezmûnan, estetîka di şi‘ra Wefayî da ji nû ve bibînin û bidene zanîn.
Ayhan Tek (Tue,) studied this question.